Karayazý forum
04 Eylül 2010, 14:49:26 *
Hoþgeldiniz, Ziyaretçi.Lütfen giriþ yapýn veya kayýt olun.
E-posta adresinize aktivasyon iletisi gelmediyse lütfen buraya týklayýn.

Kullanýcý adýnýzý, parolanýzý ve aktif kalma süresini giriniz
Duyurular: Karayazi.org yakýnda geri geliyor! Karayazý forum açýldý.
 
   Ana Sayfa   Yardým Ara Giriþ Yap Kayýt  
Sayfa: [1]
  Yazdýr  
Gönderen Konu: Ahmedê Xanê  (Okunma Sayýsý 155 defa)
bahoz
Ziyaretçi
« : 20 Mayýs 2010, 14:29:23 »



Ehmedê Xanî
(1651-1707) wekî Feqiyê Teyran û
Melayê Cizîrî yek ji helbestvanên herî
mezin ên kurd e.
Ahmedê Xanî, di sala 1651'ê de
hatiye dinê. Cihê ku hatiye dinê tam
ne diyar e. Li gor gelek lêkolîner û
nivîskaran, ew ji êla Xaniyan bûye.
Li ser cihê vê êlê dîtinên cuda hene.
Li gor van dîtinan, cihê vê êlê ji
Cizîra Botan heta derdora Wanê tê
guhertin.
Dema ku 14 salî bûye dest bi
nivisînê kiriye. Dema ku nivîsîna
"Mem û Zîn"ê temam kiriye 44 salî
bûye. Xanî li Kurdîstana Jorîn li
Bajarê Bayezidê wefat kiriye. Gora
wî li Bajarê Bayezidê ye. Tirba Xanî
ziyaretgaha xelkê ye.
Xanî, bi "Mem û Zîn"a xwe ya ku
destana neteweyî ya neteweyê
Kurd e, di dilê neteweyê Kurd de
cihê bilindtirîn girtiye û bi wî
awayî di nav gelê xwe de bûye
"Xaniyê nemir."
Mem û Zîna Xanî di sala 1919an de li
Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda
Hemze jê re dîbaçeyek nivîsandiye.
Tê de dibêje ko Xanî Nûbara xwe di
sala 1094ê hicrî de nivîsandiye. Li
gora vê tarîxê Beriya qedandina
Memozînê bi neh salan.
[biguherîne]
Celadet Bedixan li ser Ehmedê Xanî
Ji meqeleya Klasîkên me – an þahir
û edîbên me ên kevin ya Celadet Alî
Bedirxan
Mela Camî di heqê Mewlana
Celaledînê Rûmî û kitêba wî
»Mesnewî« de gotiye:
Men çi gûyem wesfi an alîcenab
Nîst pêxember welê dared kitab.
Yanî: Ez di heqê wî alîcenabî de çi
bibêjim, ne pêxember e, lê kitêba
wî heye.
Ev pesnekî bilind û hêja ye û bi her
awayî li bejna Mewlana têt.
Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî
»Memozîn« de, bi min be, mirov
dikare jê bêtir jî bibêje. Belê Xanî jî
xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember e
jî. Pêxemberê diyaneta me a milî,
pêxemberê ola me a nijadîn.
Xanî di wextekî welê de rabû ko -
beriya niho bi sê sed û neh salan - ne
li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj
li miliyet û li nijadê xwe hiþyar ne
bû bûn û zelamên ji yek miletî hev û
dû ji bo ketolîkî an protestaniyê
dikuþtin . Di heyameke welê de
Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe,
bîra kurdaniya xwe biri bû û ji
kurdan re goti bû hon berî her tiþtî
kurd in, rabin ser xwe, dewleteke
kurdî çêkin û bindestiya miletên din
mekin.
Melayê Jaba der heqê Ehmedê Xanî
gotiye: » Þahirê pêncê jî Ehmedê
Xanî ye. Eslê wî ji tayifeyê
hekariyan ji eþîreta xaniyan e. Bi
xwe hatiye Beyazîdê, di tarîxa
hezarê da tewetin kiriye. Di zimanê
kurmancî de Memozîn nav kitêbek
aþiq û maþûqan gotiye û kitêbek
lixet jî bi kurmancî û erebî gotiye,
navê wê Nûbihar e. Zarokê di
Kurdistanê hemû di piþtî Quranê
dixwînin. Û zehf jî xezeliyat û
eþharan û beyt bi zimanê kurmancî
gotiye. Û di zimanê erebî û farisî û
tirkî jî qewî mahir û sahibi irfan e.
Û ji þierayê di Kurdistanê hemûyan
jî meþhûr û faiq e, belkî ji hemû
þieran meqbûl û memduh e. Û dii
hezar û þêst û sê da jî merhûm bûye
û di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî bi
navê xwe bîna kiriye. Û bi xwe jî li
kenarê mizgeftê medfûn e« .
Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala
hezar û þêst û yekê hicrî de ji diya
xwe bûye.
Lewra ko dema ji xeyb fek bû
Tarîx hezar û þêst û yek bû
Kengê emirê Xwedê kiriye em pê
nizanin. Lê gava Memozîna xwe
qedandiye çil û çar salî bû.
Îsal gehiþte çil û çaran
Ev pêþrewê gunahkaran
Xanî ji Memozînê pê ve hin eserên
din hene. Nûbihar: ferhengeke
menzûm e. Kurdî-erebî. Xanî ji bo
Nûbiharê dibêje:
Ji paþ hemd û selewatan
Ev çend kelîme ji ji lixetan
Vêk êxistine Ehmedê Xanî
Nav lê Nûbihara biçûkan danî
Ne ji bo sahibi rewacan
Belkî ji bo piçûkê di kurmancan
Ji Eqîda îmanê:
Sifatê di sebhe ji bo zilcelal
Bizan heft in ey arifê pir kemal
Xweþî , þîn û zanîn û vên û kelam
Bihîstin digel dîtî bû temam
Xanî li Beyazîdê dibistanek jî
danîbû û tê de dersa zarokan bi
kurdmancî digot. Di pey mirina wî
re þagirtê wî Ssmaîn bîst salên din li
wê dibistanê guhdar bû û dersên
kurdmancî tê de gotin.
Li gor atiþtê ko min bihîstiye Xanî
kitêbeke cexrafyayê jî çêkiriye û tê
de qala ezman û stêrkan kiriye.
Herçend ez gelek lê geriya bim jî ev
kitêb neket destên min.
Ehmedê Xanî herwekî bi xwe
gotiye Mem û Zîn ji xwe re kirine
behane û bi vê hêncetê kula dilê
xwe bi der daye, derdê miletê xwe
ê ker û lal bi ziman kiriye û ew
axivandiye.
Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî
remzên Kurdistanê, rêzikên welatê
wî ne. Xanî dibîne ko ew rêzik
winda dibin, kurdmanc bi zimanine
din dixwînin û dinivîsînin, bi
rêzikên miletên din ve diçin, belgên
xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin,
dikevin rengên miletên din û bi vî
awayî û bi rêva bindestiya wan
dikin. Seyda dibêje:
Sazi dili kul bi zîr û bem bit
Sazendeyê ' eþqi Zîn û Mem bit
Þerha xemi dil bikim fesane
Zînê û Memî bikim behane
Nexmê we li perdeyê derînim
Zînê û Memî ji nû vejînim
Derman bikim ez ewan dewa kim
Wan bê mededan ji nû ve rakim
Meþhûr bikim bi terz û islûb
Mimtaz bikim mihibb û mehbûb
Ewreng bikim ji nû serefraz
Da bêne temaþeyî nezerbaz
Dilber li Memî bikin girînê
' Aþiq bikenin bi derdê Zînê
Ev meywe eger xirab e ger qenc
Kêþaye digel wê me dused renc
Ev meywe eger ne avdar e
Kurmancî ye, ew qeder li kar e
Ev tifl e eger ne nazenîn e
Nûbar e bi min qewî þirîn e
Ev meywe eger ne pir lezîz e
Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e
Mehbûb û libas û gûþiwar e
Milkê di min in ne miste'ar e
Ez pîlewer im ne gewherî me
Xudreste me ez ne perwerî me
Kurmanc im û kûhî û kenarî
Ev çend xeber in di kurdwarî
ev nivisar ji ali murad ciwan ve
hatiye nivisandi. murat Ciwan wek
cavkani ji M. Warli pêk aniye. di
nivisarê de gelek tistên nu li ser
ehmedê Xani û malbata wi hene.
Hin belgeyên nuh li ser Ahmedê
Xanî
Kayýtlý
Sayfa: [1]
  Yazdýr  
 
Gitmek istediðiniz yer:  

MySQL Kullanýyor PHP Kullanýyor Powered by SMF 1.1.11 | SMF © 2006-2009, Simple Machines LLC XHTML 1.0 Uyumlu! CSS Uyumlu!